40 sal in di çapemeniyê de ji bo civakê dixebite

Rojnamevan Zeyneb Şahîn, zêdeyî 40 salan e di qada çapemeniyê de xebatê dimeşîne û rengê jinên Lîbyayî derdixe pêş. Zeyneb bi îsrar zincîrên civakê yên paşverû diqetîne.

Lîbya – Di qada çapemeniyê de ku kêşe û zehmetî tê de bi dawî nabin, rojnamevana Lîbyayî Zeyneb Şahîn zêdetirî 40 sal in di vê qadê de dixebite û hewl dide rengê jinên Lîbayayî derxe pêş. Zeyneb Şahîn hemû astengî, zehmetî û kêşeyên ku ji hêla civakê ve xwestin bikin bend, bi îsrar, berxwedan û têkoşîna xwe derbas kir. Ji ber ku civak pîşeya ragihandinê û xebata jinan di vê qadê de qebûl nake.

Zeyneb Şahîn di hevdîtina xwe ya bi rojnamevan Ibtîsam Axfîr re qala kêşeyên ku di qada çapemeniyê de rast hatiye kir û bal kişand ser tecrubeyên xwe yên li hemberî astengiyên civaka Lîbyayê, çawa dikarîbûye bendên adetên civakê bi îsrara xwe bişkîne. Zeyneb hewl dide têgeha şaş a ragihandinê di nava civaka xwe de serarast bike.